GIRTINA HEVJÎNÊN 78-80 SALÎ – ‘Dê weke lekeyeke reş li ser eniya we bimîne ’
Serokwekîla Grûpa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li hemberî girtina Makbule Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" nerazîbûn nîşan da û got: “Ev yek dê weke wêneyekî şermê û qirêjeke reş a li ser eniya we di dîrokê de bê tomarkirin.”
Li navçeya Artemetê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, duh Duşemê 9ê Gulana 2022yan, welatiyên bi temen Makbule Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" hatibûn desteserkirin û piştî pesendkirina biryara cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve, hatibûn girtin û bo girtîgehê hatin şandin.
Ev biryara Dadgeha Bilind ji aliyê gelek siyasetmadaran û xelkê Bakurê Kurdistanê ve bû sedema karvedanan. Serokwekîla Grûpa HDPê Meral Daniş Beştaş jî îro 10ê Gulana 2022ê di Parlamentoya Tirkiyê derbarê girtina wan herdû welatiyên Kurd ên bi temen de axivî û rexne li desthilatê û aliyên peywendîdar girtin.
Meral Daniş Beştaş wêneyê Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer di parlamentoyê de nîşan da û got: “Ji grûpa desthilatê kî li vî wêneyî binêre bila şerm bike. Ma ev jin dê welat hilweşîne.”
Serokwekîla Grûpa HDPê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Belê du hevjînên 80 û 79 salî ne. Kî ne ev Makbule Ozer û Hadî Ozer. Hatin girtin û bo girtîgehê hatin birin. Çima ji ber ku bi îdiaya alîkarî dane rêxistinê derbarê wan de hukim heye. Desthilata ku endamên çeteyan, rêxistinên tawanan, kujerên Madimak, endamên Hîzbullahê û kujerên jinan azad dike, bi girtina du kesên bi temen, xuya ye nabêje ku ew welat diparêze. Eger dewlet ne bi edalet û hiqûqê bê birêvebirin, divê em ji wê dewletê pirsan bikin. Ji grûpa desthilatê kî li vî wêneyî binêre, kî şerm bike nizanim, lê bila şerm bike. Şerm bikin. Ma ev jin dê welat hilweşîne. Eger hûn bi girtina kesên 80 salî û di Newrozan de bi lêgerîna li ser zarokên 5 salî hewil bidin dewletê li ser piyan bigirin ev yek bisernakeve. Ji ber ku hûn bi xwe dewletê hildiweşînin. Ev yek dê weke wêneyekî şermê û qirêjeke reş a li ser eniya we di dîrokê de bê tomarkirin. ”
Dadgeha Bilind a Tirkiyê (Yargitay) cezayê girtîgehê yê herdu welatiyan, Maklube Ozer a 78 salî û Hadî Ozer ê 80 salî pesend kir.
Piştî pesendkirina biryara cezayê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve, duh Duşemê 9ê Gulana 2022an herdu welatiyên kal Makbule Ozer û Hadî Ozer bo girtîgehê hatin şandin.
Ew jin û mêr pêştir ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta alîkariya rêxistina terorê cezayê 2 sal û 6 meh girtîgeh bi ser wan de hatibû sepandin.
Di 24ê Temûza 2018an de li navçeya Artemetê ya Wanê di biserdegirtina malan de, ji malbata Ozer 5 kes bi tohmeta “alîkariya rêxistina terorê” hatibûn desteserkirin.
Dadgeha xwecihî, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû Makbule Ozer û Hadî Ozer û biryar bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.
Rudaw
