Dijîterora Iraqê û Dijîterora Kurdistanê hemahengiya xwe zêdetir dikin
Dezgeha Dijîterora Iraqê konferansek hevbeş bi dezgehên Dijîterora Hewlêr û Dijîterora Silêmaniyê re pêk anî, dê hemahengî û xebatên xwe yên hevbeş zêdetir bikin.
Serokê dezgeha Dijîterora Iraqê, Ebdulwehab Saidî di civîneka rojnamevaniyê de ragehand, bi bicîhanîna fermanên fermandeyê giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê Mistefa Kazimî bo zêdekirina hemahengiya navbera dezgehên Dijîterora Iraqê û Dijîterora Kurdistanê konferansek hat lidarxistin.
Ebdulwehab Saidî her wiha got, di konferansê de behsa pevguhertina zanyarî û îstixbaratê û operasyonan her wiha perwerde û dosyeyên qanûnî hat kirin. Di wan mijaran de çend biryar hatin dayîn da ku bibe bingeha xebatên hevbeş di navbera dezgehên dijîterorê de.
Berdevkê Dijîterora Iraqê Sebah Numan jî ragehand, xebata hevbeş ya Dijîterora Iraqê bi dezgehên dijîterora Kurdistanê re destkeftên pir baş hebûne bi taybet di girtina terorîstên DAIŞê de.
Wî efserê Dijîterora Iraqê da zanîn jî, terorîstên DAIŞê wisa hizir dikin ku Kurdistan cihek aram e bo wan lê bi alîkariya hêzên ewlehiya Kurdistanê wan karîn gelek terorîstên ku navê xwe û rûyê xwe jî guherîbûn, bigirin.
Basnews
