• Monday, 23 February 2026
logo

Pisporekî seqayê: Dîsa li Iraqê toz dibare

Pisporekî seqayê: Dîsa li Iraqê toz dibare

Pisporekî rewşa seqayê ragehand, pêleka din ya tozê dê berê xwe bide deverên navîn û başûrê Iraqê.

Pisporê rewşa seqayê Sadiq Etiye ragehandiye, tê pêşbînîkirin ku îro (10 Gulanê) pêleka din ya tozbarînê li deverên navîn yên Iraqê dest pê bike.

Wî pisporê Iraqî her wiha gotiye, ew pêla tozê dê li deverên başûr jî belav bibe û roja 12 vê mehê zêdetir û tîrtir bibe.

Wî pisporî şîret li xelkê kiriye, di rojên tozbarînê de ji mal dernekevin.

Heta niha nayê zanîn ew pêla tozê dê derbasî Herêma Kurdistanê jî bibe yan na.

 

Basnews

Top