• Monday, 16 February 2026
logo

YNKê Berhem Salih hilnebijart

Gulan Media September 16, 2018 Nûçe
YNKê Berhem Salih hilnebijart
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo postê Serokomariya Iraqê, Berhem Salih hilnebijart.



Civîna serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji wan pênc kesên ku ji bo postê Serokomariya Iraqê xwe kiribûn namzed bi dawî bû, yek ji wan pênc kesan Berhem Salih bû.



Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ji Silêmaniyê ragihand, li gor zanyariyên Rûdawê, niha tenê du berbijêr ji bo Serokomariya Iraqê hene; Mela Bextiyar û Letîf Reşîd. Kesên ku di civînê de piştgiriya Letîf Reşîd kirine, malbata Celal Talebanî ye.



Peymanêrê me diyar kir, piştî ku Berhem Salih qebûl nekir ku vegere nav YNKê, wan jî dest ji wî berdan, lewma berbijerê din ma ku ew jî Letîf Reşîd e ku hevjînê Şanaz Îbrahîm Ehmed e. Li hember wî jî Mela Bextiyar heye ku beşek ji serkirdetiya YNKê piştgiriya wî dikin daku bibe berbijêrê YNKê yê ji bo postê Serokomariya Iraqê.



Erkan Elî herwiha destnîşan kir ku yekalîkirina wan du berbijêran jî dimîne ser civîna bilind a navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ku biryar e îro yekşemê (16-09-2018) were encamdan, yan jî bi rêya telefonê ev mijar were yekalîkirin û nêrîna PDKê jî werbigrin.

Rudaw
Top