• Monday, 23 February 2026
logo

Îran cihê veşartina Ferzad Kemanger û hevrêyên wî eşkera nake

Îran cihê veşartina Ferzad Kemanger û hevrêyên wî eşkera nake

Ferzad Kemanger û hevrêyên wî 12 sal berî niha hatin darvekirin, Îran cihê veşartina wan eşkera nake.

Piştî 12 sal ji sêdaredanê, Îran amade nîne cihê veşartina 4 zindaniyên siyasî yên bo kesûkarên wan eşkera bike.

Roja 19ê Gulana 2010, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elem Hulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan li zindana Êvîn a Tehranê darvekirin. Piştî derbasbûna 12 salan ji sêdaredana wan û tevî pêdaçûna kesûkarên wan, hê jî cihê veşartina wan her çar kesan aşkera nekeriye.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan ku zêdetir li ser keysa zindaniyan û darvekiriyan li Îranê kar dike, di 12mîn salvegera darvekirina wan zindaniyan de di raportekê de ragihand, heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa termên wan siyasiyên Kurd ên hatine darvekirin, tune ye.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, dam û dezgehên peywendîdar ên dadwerî û emnî, amade nînin ti zelalkirin û zanyariyekê bidin kesûkarên wan li ser cihê veşartina wan.

Darvekirina wan her çar siyasiyên Kurd karvedanên zêde li pey xwe anîbûn û piştî sêdaredana wan li Rojhilatê Kurdistanê grevgirtina giştî birêve çû û bo dema rojekê dukan û bazar hatin girtin.

 

Rudaw

Top