• Monday, 23 February 2026
logo

Baregeha Barzanî naveroka civîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman aşkere dike

Baregeha Barzanî naveroka civîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman aşkere dike

Hepeymaniya Rizgariya Niştiman bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Gulanê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.

Şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ku ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer û Serokê Koma Sedir li Parlemantoya Iraqê Hesen Ezarî pêk hatibû, îro li Hewlêrê ligel Serok Barzanî civiyabû. 

Daxuyaniya Hepeymaniya Rizgariya Niştiman:

Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman ji hêzên siyasî re vekirî ye ku baweriya wan bi hikûmeta piraniya niştimanî heye. Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman li hev kir ku pêwîst e Encûmena Nûneran rola xwe di danîna yasayên ku dikevin berjewendiya welatiyan bigire û herwiha rola xwe ya çavdêriyê bi cih bîne. Di heman demê de Hevpeymanî li ser bingeha destpêşxeriya ku pêşkêş kiriye, dê bi guftûgoyên xwe yên bi kesên serbixwe re berdewam be.

Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman

9ê Gulana 2022an

Hewlêr

 

K24

Top