• Monday, 23 February 2026
logo

Tevî nerazîbûnan Hande Yener beşdarî pîrozbahiya Batman Petrolsporê bû

Tevî nerazîbûnan Hande Yener beşdarî pîrozbahiya Batman Petrolsporê bû

Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya şampiyoniya Batman Petrolsporê bûn. Di pîrozbahiyê de stranbêja popê Hande Yener ku ji aliyê hin partî û derdoran ve li dijî wê derketibûn jî cihê xwe li ser dikê girt.

Batman Petrolspor piştî26 salan di Lîga 3yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) bû şampiyon. Şahiya şampiyoniya Petrolsporê bi beşdariya bi hezaran alîgiran hat lidarxistin.

Di destpêka pîrozbahiyê de lîstikvanên Batman Petrolsporê yek bi yek diyar bûn û silav li alîgirên xwe kirin û paşê careke din li ser sehnê li ber çavên temaşevanan kupaya şampiyoniyê bilind kirin.

Piştre Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn, Serokê Klûba Batman Petrolsporê Abdulvahap Akbaş û rahênerê Batman Petrolsporê Zafer Hizarciher yek ji wan axaftinekê kirin.

Serokê Klûba Batman Petrolsporê Abdulvahap Akbaş di axavtina xwe de got “Gelê Êlihê yê gelek hêja yê ji bo şampiyoniya ku ev 26 sal in li bi hesret bendê bû, lîstikvanên me yên futbolê yên pir hêja, bi kalîte, karakter û xebatkarên teknîkî yên ku niha li cem we ne diyarî gelê Êlihê kirine.”


Piştî axavtinan Hande Yener derket ser dikê

Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn piştî konserê forma û şala bi hejmara 72 ya Batman Petrolsporê diyarî Hande Yener kir.

Klûba Batman Petrolspor a 62 salî herî dawî di sezona futbolê ya 1996-97an de di Lîga 3yemîn de bûbû şampiyon.


Sê partî li dijî Hande Yener derketin

Partî û derdorên ku xwestin Hande Yener ji bo şahiya şampiyoniya Batman Petrolsporê bê vexwendin li ser medyaya civakî gelek tişt parve kiribûn.

Serokên şaxa Êlihê yên partiyên HUDA PAR, Saadet û Ji Nû ve Refahê jî li dijî anîna Yener a Êlihê derketin.

 

Rudaw

Top