• Monday, 23 February 2026
logo

Li dibistanê 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li dibistanê 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Ukraynayê dibistanek bû armanca mûşeka artêşa Rûsyayê û ji 90 kesên ku ji tirsa bombebarana Rûsyayê xwe di dibistanê de veşartibûn, 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya rayedarên Ukraynayê, li devera Luhansk a li rojhilatê welat, 90 kes ji tirsa bombebaranê, xwe spartibûn dibistanekê, lê belê artêşa Rûsyayê bombebaran kir û tenê 30 kes ji bin avahiya dibistanê rizgar bûn û 60 kesên din hatin kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di civîna G7 de ragihand: “Li gundê Bilogoriva yê li devera Luhansk bi bombeyeke Rûsyayê 60 welatiyên sivîl bûn armanc.”

Herwiha eşkere kir: “Ew welatî ji tirsa mûşekbarana artêşa Rûsyayê xwe li dibistanê veşartibûn.”

Serokê Şaredariya Luhansk Sergey Gayday ragihand, devera wan hîn jî rûbirûyî mûşekbaranê dibe, loma rizgarkirina qurbaniyan zehmet bûye.

 

K24

Top