• Tuesday, 24 February 2026
logo

Buldan: Tirkiye bûye welatekî ku yasayên xwe jî pêk nayîne

Buldan: Tirkiye bûye welatekî ku yasayên xwe jî pêk nayîne

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan got: “Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û biser kevin. Bila ew bitirsin, çimkî dê têk biçin. Tirkiye bûye welatekî ku qanûnên xwe jî pêk nayîne”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Bursayê bi dirûşma “Li Bursayê dem dema HDPê ye” 4emîn Kongreya xwe ya Asayî lidar xist.

Pervin Buldan di kongreyê de axaftinek kir û tê de got: “Tevî hemû zext û astengiyan dê HDP bibe deng û hêza her kesî. Tevî hemû astengî û zextan jî em ê li her derê bi gelê xwe re bin. Ji ber ku em ji niha ve dibînin ku Partiya Demokratîk a Gelan wê di siberoja Tirkiyê de bibe xwedî gotin û biryar. Ji ber ku HDP deng, gotin, mala hevpar a Tirk, Kurd, Elewî, Sunî, Ermenî, Asûrî, jin, ciwan û hemû bawerî û nasnameyên vî welatî ye.”

Hevseroka HDPê dibêje: “Hikûmetek heye ku nirxên civakî yek bi yek binpê dike. Hikûmetek heye ku tu ehlaqên siyasî, rêgezên exlaqî û yasayan nas nake. Hikûmetek heye ku bi siyasetên li ser civakê dixwaze çok bi wan deyne. Hikûmetek heye ku HDP û têkoşîna wê wekî astengiya herî mezin dibîne. Ji siyaseta me, ji helwesta me, ji berxwedana me, ji têkoşîna me ditirsin. Bila tirsa wan berdewam bikin, em ê berdewam bibin kabûsa wan. Ji ber ku ji me ditirsin, bi siyasetê dernakevin pêşiya me, bi dozên siyasî û dozên komployê derdikevin pêşberî me.”

Buldan bal kişand ser tecrîda li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Hewl tê dayîn civakê bitirsînin. Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û em ê biser kevin. Bila bitirsin, ji ber ku ew dê wenda bikin. Girtîgeh veguheriye hawîrdora tecrîdê. Girtiyên nexweş bi mirinê re têdikoşin û her roj binpêkirinên mafan pêk tên. Em dibînin ku ji bo siberoja welat tu sozên wan nînîn. Tevî ku îro li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk nayê jî, ji bo parêzeran cezayê disiplînê yê 6 mehan hat dayîn. Ne malbat ne parêzer dikare hevdîtinê bike, lê careke din qedexe hat dayîn. Tirkiye bûye welatekî ku qanûnên xwe jî pêk nayîne. Yên ku li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tînin, berpirsyar in.”

 

Rudaw

Top