• Monday, 16 February 2026
logo

'Baregaha cenabê Barzanî navenda biryarên siyasî ya Iraqê ye'

Gulan Media September 15, 2018 Nûçe
'Baregaha cenabê Barzanî navenda biryarên siyasî ya Iraqê ye'
Parlamenterê Tevgera Goran ê gera berê ya Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir, hewldanên pêkanîna frasiyona herî mezin a Iraqê li baregaha Barzanî hate bidawîkirin û got: “Kurdan biryara herî baş wergirt ku nebûne alîgirê ti bereyekê Iraqê.”



Mesûd Heyder beşdarî bûltena taybetî ya Rûdawê ya li ser hilbijartinan bû û derbarê pêşhatên dawîn ên ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê de diyar kir: “Serokatiya parlamentoyê ji bo Sunneyan e, niha ew bûne du bere. Ewên nêzîkî Dewleta Yasa û Hevpeymaniya Fetih in bihêztir in lê heta rêkeftin nebe zehmete bi hêsanî serokê parlamentoyê hilbijêrin.”



Derbarê hevdîtina Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett MecGurt û Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî de, Heyder got: “Rêkeftin li ser wê yekê bûye ku hikûmeta nû ya Iraqê di demek ji ya din zûtir were avakirin. Proseya siyasî ya Iraqê sister nebe. Lê ev rêkeftin wê yekê nîşan dide ku bi taybetî piştî rêbertiya olî ya Şîeyan ragihand, ku ew piştgirî nadin ti aliyekê, ku mebesta wan jî serokwezîrê niha bû, serdestiya Îranê ya li qada siyasî ya Iraqê de eşkeretir bûye û serkeftin bidest xistiye.”



Li ser mijara posta serokomarî û cîgirê serokê parlamentoyê, Mesûd Heyder da xuyakirin: “Li gorî zanyariyan aliyên din jî daxwaza van postand ikin. Di xula berê de Cenabê Mesûd Barzanî ji bo seqamgirî û aramiya Herêma Kurdistanê, ji bo yekgirtina Kurdan û xizmetguzariya hemwelatiyan ji Kak Newşîrvan Mistefa re gotibû, ji bo me post û paye negiring in, ya giring yekdest û hemhelwestbûna Herêma Kurdistanê ye. Li ser vê yekê posta cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê dane Goran. Nexwe ev post li ber Goran nediket.”



Bi nêrîna parlamenterê berê yê Tevgera Goran, ji bo wergirtina postê serokwezîrtiya Iraqê şansê Heyder Ebadî kêm e û got: “Beriya niha têbîniyên me jî li ser Heyder Ebadî hebûn. Partiyên din jî digotin divê kesek ji Hizba Dewe nebe serokwezîr. Niha hemû derî yek bi yek bi ser rûyê Ebadî de tên girtin. Amerîkayê pir piştgiriya wî dikir lê vê yekê jî nîşan da ku hejmûna Îranê li ser Iraqê serdest e. niha navê çend kesên din ji bo serokwezîrtiyê derdikevine pêş.”



Mesûd Heyder destnîşan kir, ku postê serokomariya Iraqê para Kurdan e û ew jî dimîne ser rêkeftina di navbera PDK û YNKê. Heyder anî ziman: “Li gorî zanyariyên min PDK û YNKê li ser vê yekê li hev kirine. PDKê tekez kiriye ku 25 kursiyên wan di parlamentoya Iraqê de hene û lewma postê serokomariyê para wan e.”



Heyder li ser egera namzedbûna Berhem Salih a ji bo serokomariyê diyar kir: “Eger heye YNK Berhem Salih wek berbijêr nîşan bide lê eger PDK piştgirî nede ne gengaze ew bibe serokomar.”



Parlamenterê berê yê Tevgera Goran Mesûd Heyder li ser tevlîbûna Kurdan a gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî wiha axivî:



“Li gorî xwendina min Kurd reftarek baş kirin û biryareke baş dan, ku piştgiriya ti aliyekê nekirin. Ji hinekan re nexweş bûye ku min gotibû, baregaha cenabê Mesûd Barzanî navenda biryarên siyasî yê Iraqê ye. Herçend di çapemeniyê de derneket lê di dema derbasbûyî de bi berdewamî şandên navdewletî û herêmî, bi tevê serokê partiyên iraqî serdana baregaha cenabê Barzanî kirin ji bo dariştina nexşeya siyasî ya Iraqê. Piştî guftûgoyên li baregaha Barzanî hatine kirin, mijara pêkanîna fraksiyona herî mezin a Iraqê bidawî bûn û tekezî hate kirin ku hersê pêkhateyên serke yên Iraqê hikûmeta nû ava bikin.

Rudaw
Top