• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Îran nikare riya çeman biguhere

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Îran nikare riya çeman biguhere

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, Îranê bi hişkkirina çemên wê tohmetbar kir.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî El-Hemdanî diyar kir, Îran arasteyên çeman ber bi welatê xwe ve guhartiye û ev jî li dijî rêkeftinên navdewletî ye.

Hemdanî amaje bi wê yekê jî kir, her çi rêkeftinek hebe, nabe Îran  arasteya çeman biguhere û got, divê di rojên pêş de ligel Îranê rûnin û danûstandinan bikin.

Hemdanî bal kişand li ser wê yekê, ti welatek nikare riya çemê ku diherike welatê cîranê xwe ber bi welatê xwe ve bizivirîne û got: Tehran bi vê helwestê hewl dide bi koçkirina bikomî li Iraqê rû bide.

Ev yek di demekê de, ava çemê Dîcleyê di van rojên dawî de li Bexdayê gelekî kêm bûye.

 

K24

Top