• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li Wezîra Kar û Karûbarên Civakî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li Wezîra Kar û Karûbarên Civakî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Gulana 2022an di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed kir, ji bo koça dawiyê yê hevjînê wê Bekir Seîd.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji Wezîra Kar û Karûbarên Civakî re nîşan da û hêvî xwast Xwedêyê mezin xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wan.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û serxweşîkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Top