Li Çînê di avahiya hilweşiya de hejmara miriyan geheşt 53 kesan
Li eyaleta Hunan a Çînê avahiya 8 tebeq hilweşiya û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan geheşt 53 kesan û xebatên lêgerîn û rizgar kirinê jî bi dawî bûn.
Li herêma Wangcheng a bajarê Changsa ya ser bi eyaleta Hunan a Çînê roja 29ê Nîsanê avahiya 8 tebeq hilweşiya û di wê avahiyê hejmara windayiyên canî zêde dibin. Li gor rêveberiya herêmî ragehandiye, bi rojan xebatên rizgar kirinê yên berdewam dikirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane geheşt 53 kesan. Hat ragehandin xwe gehandina hemû kesên di bin xirbeyan de mane pêkhatiye û ji ber wê jî xebatên lêgerîn û rizgar kirinê bi dawî bûne.
Hate ragehandin ji bin xirbeyan 10 kes sax hatine derxistin. Sedemê hilweşîna avahiyê hîn nayê zanîn û derbarê bûyerê de jî 9 kes hatine girtin.
Basnews
