• Monday, 16 February 2026
logo

Mihemed Hacî Mehmûd: Bo kurdan Ebadî ji Seddam xirabtir e!

Gulan Media September 14, 2018 Nûçe
Mihemed Hacî Mehmûd: Bo kurdan Ebadî ji Seddam xirabtir e!
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ragehand, serokê rejîma Beis a Iraqê tiştên li dijî kurdan pêkneanîn, serokwezîrê Iraqê Ebadî kirin.

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragehand, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gelek tewan li hember gelê Kurdistanê pêkanîn.

Mihemed Hacî Mehmûd ku wek Kake Heme tê nasîn daxwaz dike ku, eger kabîneya hikûmeta Iraqê ya nû de Heyder Ebadî bibe serokwezîr kurd beşdariyê lê nekin.

Li gor Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pirsgirêkên navxwe dinav şîeyan de çêbûne û bûne du eniyên şîeyên Iraqê û şîeyên Îranî û dibêje pêwîste kurd alîgiriya ti yek ji wan her du eniyan neke heta zelal dibin.

Mihemed Hacî Mehmûd got, pêwîste kurd li dijî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, piştevaniya serokê hevpeymaniya dewleta yasa Nûrî Malikî bike, ji ber Ebadî şerê dijî Pêşmerge ragehand.

Li gor Kake Heme ew karên ku serokê rejîma Beis Seddam Husên nekirin, Heyder Ebadî kirin.

Basnews
Top