• Tuesday, 24 February 2026
logo

CHP: Em hemû Sûriyan di nava 2 salan de dişînin

CHP: Em hemû Sûriyan di nava 2 salan de dişînin

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak ragihand ku ew dê di nava du salan de hemû  koçberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerinîn welatê wan û got: “Ev soza me ye bo miletê me.”

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) û alîkarê Serokê Giştî yê wê Partiyê yê Karûbarên Aborî Faîk Oztrak îro 5ê Gulana 2022ê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Ev demeke mijara koçberên Sûrî yên li Tirkiyê û vegerandina wan a bo welatê wan  di nav siyaseta wî welatî de bûye sedema nîqaşan. Faîk Oztrak amaje bi wê yekê da ku ji destpêkê ve helwêsta partiya wî ya li beramber koçberên Sûrî  zelal û  got “Em dê di nava du salan de  koçeberên Sûrî bişînin welatê wan.”

Oztrak wiha axivî “Wezîrê Navxwe doh derket û got: “Eger Sûrî biçin dê karsaz dijî vê yekê serî hildin. Bi qasî ku hûn ji dewlemend û pereyan hez dikin, ji gel û welat  hez bikin. Ev çi dijmindariya we ya li beramber gel û welat e? Derbarê şandina koçberên Sûrî ji destpêkê ve helwêsta me zelal e. Em dê  hemû Sûriyan herî dereng di nava dû salan de bişînin welatê wan. Ev soza me ya bo miletê me ye. Em li pişt soza xwe ne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulayman Soylu  şeva borî di bernameyeke televîzyonî de gotibû:”Eger em koçberên Sûrî bişînin welatê wan destpêkê dê karsazên Tirkiyê dijî vê yekê derkevin.” Berdevkê CHPê rexneyan li van gotinên Suleyeman Soyliu jî digire û dibêje: “Bi qasî ku hûn ji dewlemendan hez dikin, ji welat hez bikin.”

Li gor amaran li Tirkiyê derdora 3.8 milyon koçberên Sûrî hene, lê paretiyên opozîsyona wî welatî  dibêjin, ew hejmara zêdetir e. Beşeke zêde ya xelkê Tirkiyê ji hebûna koçberan li welatê wan nerazî ne û daxwaz dikin ku, ew koçber bo welatê wan bên vegerandin.

Hikûmeta AKPê jî  ku ji destpêkê ve pêdagir bû li ser wê yekê ku koçberan neşîne, di van demên dawî de helwêsta xwe guheriye û Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan roja 3ê Gulana 2022ê ragihand, ew dê bo 1 milyon koçberên Sûrî li 13 deveran xaniyan ava bikin daku vegerin welatê xwe. Di demekê de ku hilbijartin nêzîk dibe beşek ji partiyên opozîsyonê dibêjin ev plana AKPê ya hilbijartinê ye ku dixwaze li ser nerazîbûna gel cîbicî bike.

 

Rudaw

Top