Xwepêşanderên Şingalê daxwaza derxistina çekdarên PKKê dikin
Îro xelkê Şingalê bi xwepêşandanekî ve daxwaza derxistina çekdarên PKKê kirin.
Vê derbarê de yek ji xwepêşanderên Şingalê Nayif Salim ji BasNewsê re ragehand, îro xelkê navçeya Dûgirê ya nahyeya Sinunê xwepêşandan kirin û rêya serekî ya komelgehê daxistine û daxwaz dikin hemû hêz navçeyê vala bikin.
Herwaha got: ‘’Ji ber wan hêzane xelkê sivîl ên nav gund û bajaran dibin qurbanî. Pêwîstiya me bi wan hêzane tine ku me biparêzin, berevajî wê ziyanê digehînin me û ji ber wan balefir bombebaranan dikin, divê bi her awayekî be, ew hêz nav axa Şingalê de nemînin.’’
Ew xwepêşandan û kombûn piştî wê yekê hat ku xelkê bajar baca şerê navbera hêzên Iraqê û çekdarên PKKê didin û bi wî awayî careke din hejmarekî zêde ya xelkê Şingalê koçber bûne.
Basnews
