Serok Barzanî pêşwaziya Brett McGurk kir
Di hevdîtinê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman tê de amade bû, her dû alî di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15 ê vê mehê ya Parlemena Iraqê de danustandina bîr û ramanan kir.
Herwiha di vê civînê de ronahî xistin li ser proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û tekez jî li ser hemahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li berdewambûna şerê dijî DIŞIê kirin.
