Serokwezîr Barzanî sersaxî li Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 5ê Gulana 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Etrûşî kir ji ber koça dawî ya birayê wî Şêx Cemal Etrûşî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihand û hêvî xwest, Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî spasî û pêzanîna xwe û ya malbata xwe ji bo pêwendî û sersaxîkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.
Basnews
