• Monday, 16 February 2026
logo

Iraq: Me nerazîbûna xwe gihand Îranê

Gulan Media September 14, 2018 Nûçe
Iraq: Me nerazîbûna xwe gihand Îranê
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî eşkere kir ku li ser bombebarana baregehên her du partiyên demokrat HDK û HDK-Î wan nerazîbûna xwe gihandine Balyozê Îranê yê li Bexdayê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî di konferansek rojnamevanî de li Qahîreya paytexta Misrê diyar kir ku ew li dijî bombebarana baregehên partiyên demokrat HDK û HDK-Î ne û nerazîbûna xwe gihandine Balyozê Îranê yê li Bexdayê, ku çawa li dijî bombebaranên Tirkiyê ne, herweha li hember bombebaranên welatên din in jî.

Îbrahîm Caferî eşkere kir ku helwesta wan di wê derbarê de zelal e û ew destwerdanê di karûbarên ti welatekî de nakin, lewra rê nadin welatên din jî destewerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin.

Amaje bi wê jî kir, divê Amerîka bizanibe ku ew rê nadin Iraq bibe meydana yekalîkirina milmilaniyan.

Basnews
Top