Artêşa Iraqê: Li Şingalê armanca me bidawîanîna grûpên neyasayî ye
Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî ragihand, armanca artêşa Iraqê parastina xelkê Şingal û Êzidiyan û derxistina grûpên neyasayî ye.
Îro artêşa Iraqê berê xwe da nahiya Sinûnê û di têketina nahiyê de pevçûn di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê û artêşa Iraqê de rûda û piştre pêleke awarebûnê li navçeyê girt û bi sedan malbatên Êzidî neçar bûn ku mal û halê xwe berdin û berê xwe bidin kampên li Zaxo û Duhokê.
Li ser vê mijarê, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî di daxuyaniyekê de bo kanalên ragihandinê got: “Hatina me bo Sinûnê li ser daxwaza xelkê navçeyê bû.”
Cebar El Taî diyar kir ku "hinek çekdarên ne girêdayî hêzên ewlehiyê" rêya sereke ya nahiyeyê girtibûn û rêgirî li xelkê dikirin ku hatûçûnê bikin, îro endazeya serbazî û artêşê karîn rêbendên ku hatibûn dirustkirin, rakin.
Herwiha eşkere kir, dema xebata rakirina rêbendan de teqe li hêzên artêşê hatiye kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.
K24
