Rûsya ji bo derxistina sivîlan ji Azovstalê korîdorekê vedike
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku ji bo derxistina sivîlan ji Kargeha Metalurjiyê ya Azovstal a li bajarê Mariupolê ji sibe û pê ve ji bo 3 rojan di saetên diyar de dê şer rawestînin û korîdora mirovî vekin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got, "Hêzên Çekdar ên Rûsyayê di 5, 6 û 7ê Gulanê de bi dema Moskowê ji saet 08:00an heta 18:00an li Kargeha Metalurjiyê ya Azovstalê dê korîdoreke mirovî ji bo derxistina sivîlên ku ji karker, jin û zarokan pêk tê veke."
Rêveberiya Kyivê jî diyar kir ku serbazên Rûsyayê û hêzên cudaxwaz dê bi awayekî yekalî şer rawestînin û vekişin cihekî ewle.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bo sivîlên ku dê derkevin dê destûr bê dayîn ku li gor dilê xwe biçin xaka Federasyona Rûsyayê û yan jî biçin herêmên ku di bin kontrola hikûmeta Ukraynayê de ne.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê duh ragihandibû ku wan êrîş biriye ser hêzên Ukraynayê û diyar kiribû ku hêzên Ukraynî agirbesta ku ji bo valakirina Kargeha Azovstal a li Mariupolê hatibû ragihandin, binpê kirine.
Rudaw
