• Monday, 16 February 2026
logo

Omêd Xoşnav: PDK dizane çi çandiye û dê çi biçine

Gulan Media September 12, 2018 Nûçe
Omêd Xoşnav: PDK dizane çi çandiye û dê çi biçine
Kandîdekî PDKê bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dibêjin, ew partiyên “tirsonek” yên ku daxwaza paşxistina hilbijartinan dikirin, bi neçarî beşdarî hilbijartinan dikin!

Kandîdê PDKê bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, PDK bi dîroka xwe şanaziyê dike ji ber wê jî ti carî ji hilbijartinan natirse û dê bi vê perspektîfê beşdarî hilbijartinan bike. PDK natirse çimkî dizane çi çandiye û dê çi biçine.

Omêd Xoşnav her wiha gotiye, ew tirsonekên ku daxwaza paşxistina hilbijartinan dikirin, bi neçarî beşdarî hilbijartinan dikin. Ewên hand ê bi firt û fêlan hewl bidin dengên xwe zêde bikin.

Xoşnav, ku dora berê jî parlamenter bû, bang li dengderan kiriye denê xwe bidin partiyekê ku bernameya wê rast be ne “xeyala şaîran!”

Basnews
Top