HٍSDê destpêkirina qonaxa dawiyê ya operasyona Bahoza Cizîrê ragihand
Operasyona HSD, ji çar aliyan ve, bi hevrêzî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, bi serokatiya Amerîka birêve diçe û armanca wê, pakkirina navçeyên rojhilatê Firatê ye.
HSD di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan roja Duşemê 10/9/2018, di dawîn demjimêra êvarî de, qunaxa dawî ji şer li rojhilatê çemê Firatê destpê kir.
Herwiha diyar kir, ku operasyon wê li dijî dawîn asêgehên DAIŞê û ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Suse, Şe’ife û gundê Mezar’i û derdora wan navçeyan be.
