Li Erziromê çend mamostayên tirk heqaret li zimanê kurdî kirin
Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ji ber heqaret li zimanê Kurdî kirine, derbarê çar mamosteyên tirk de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê ji ber ku li ser medyaya civakî di parvekirinên xwe de heqaretê li zimanê Kurdî dikin, derbarê çar mamosteyên jin de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.
Roja borî 4 mamosteyên jin li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî ya di têketina Qereyaziyê de, wêneyên xwe kişandine û li ser wêneyekî nivîsandine: "Li aliyê din ê tabelayê 'Hûn bixêr hatin' hatiye nivîsandin, lê tevgera me ji bo wê zelal e".
Li aliyê din ê tabelayê bi Kurdî "Hûn bi xêr hatin" hatibû nivîsandin û wan mamosteyan jî li jêr tabelayê bi pehînan poz dabûn û li ser medya civakî belav kiribûn, ev jî bû sedema nerazîbûnan.
Gelek bikarhênerên medyaya civakî daxwaz kirin ku derbarê wan mamosteyan delêpirsîn bê destpêkirin.
Piştî karvedanên li ser medyaya civakî, Rêveberiya Perwerdeya Milî ya Navçeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku 4 mamosteyan li ber tabelaya ku di têketina Qereyaziyê de bi Kurdî û Tirkî hatiye nivîsîn, wêneyên neguncaw kişandine û di medyaya civakî de weşandine.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku li ser parvekirinê, Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Milî ya Navçeyê derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dane destpêkirin.
Basnews
