Zêdetirî 200 çekdar ji rêzên PKKê veqetiyan
Çavkaniyekî ragihand, ji duh ve bi dehan çekdarên PKKê li navçeya Şingalê xwe radestî hêzên artêşa Iraqê kirine.
Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re eşkere kir, ji duh ve zêdetirî 200 çekdarên PKKê û hêzên ku ser bi PKKê ne, li navçeya Şingalê, xwe û çekên xwe radestî hêzên artêşa Iraqê kirine.
Herwiha diyar kir, ewên xwe radest kirine, ser bi hêzên asayîşa Êzidxan û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ne.
Nêzîkî 2 hefte ne, şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de li sînorê navçeya Şingalê rûdide û ji bilî kuştin û birîndarbûna hejmarek çekdarên PKK û serbazên Iraqê, zêdetirî hezar malbat jî ji navçeyê aware bûne û xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê.
Duh jî hêzên artêşa Iraqê hişyarî daye PKKê ku ji temamê navçeyê venekişin.
K24
