• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî dike

Gulan Media September 12, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî bi serokatiya General paul Vanek kir, ku ji bona bi dawî hatina erkê xwe û nasandina cihgirê xwe Serokwezîran kir.

Di hevdîtinekê de, Generalê Amerîkayî ji bona alîkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kar û erkên wî re, spasiya hikûmetê kir û kûrtiyek derbarê parastina asayiş û alîkarî yên Wezareta Pêşmerge ji bo perwerde kirina Pêşmrge û rêxistina wezaretê xiste berçav.

Vanek herwiha, l General Paul Joseph bi Serokwezîr nasand, ku biryar e li cihê wî wek Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Îraqê û Sûriyê dest bi kar bibe.

Serokwezîr bi spasî kirina rola General Vanek, xuyakir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ji bo alîkarî û hemahengî bo nehêlana metirsiya serhildana terorê berdewam dibe.

Herwiha spasiya hewlên General Venek ji bo rêkxistina Wezareta Pêşmerge kir û hêviya serketinê ji bo her du generalên Amerîkayî di erkên nû de xwest û berhev bûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî û alîkarî bo kar û erkê fermandeyê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûryê nîşanda.

Liu dawiyê jê behsa rewşa deverê, piroseya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin.

Top