Strana xortekî ji Rojhilatê Kurdistanê deng veda
Strana xortekî Kurd ê ji bajarê Kodeşt a parêzgeha Loristanê, di bernameyeke televîzyonî ya Îranê de dengekî mezin veda. Hejmareke zêde ya bikarhênerên torên civakî stran di hesabên xwe yên taybet de belav kirin.
Xortê 13 salî yê ji Kodeştê Elî Tulabî şeva Şemiyê beşdarî bernameya pêşbirka peydakirina behreyan di kanala 3 ya Îranêde bû. Wî strana ‘Boçî napirsî halim’ ya hunermendê navdar ê Kurdistanê, Ezîz Şarox xwend. Lijneya pêşbirkê bi temamî dengê erê dan serkeftina Elî Tulabî ji bo qonaxa duyem.
Piştî temambûna stranê, temaşevanên di nav hola pêşbirkê de rabûne ser pêyan û çepik lêxistin û ji dengê xortê Kurd heyirî man.
Rudaw
