• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîrê Kanadayê Cejna Remezanê pîroz kir

Serokwezîrê Kanadayê Cejna Remezanê pîroz kir

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji bo hatina Cejna Remezanê pîrozbahî li misilmanên Kanadayê û cîhanê kir û diyar kir ku divê her kes li wî welatî hest bi ewlehiyê û aştiyê bike.

Justin Trudeau roja Duşemê 2ê Gulana 2022an di vîdeoyeke ku di medya civakî hate weşandin de diyar kir ku misilman beşeke "girîng" a Kanadayê pêk tînin.

Tê zanîn ku Justin Trudeau di gotinên xwe de her tim li dijî Îslamofobiyê radiweste.

Trudeau di 29ê Nîsana 2022an Facebookê de got, "Îslamofobî nayê qebûlkirin.” û diyar kir divê sînorekê ji vê nefretê re daynin û civaka Kanadayê ji bo misilmanan bikin cihekî ewletir û destnîşan kir ku ji bo li dijî nefreta misilmanan li Kanadayê ew dê 'nûnerekî taybet' erkdar bikin.

Roja 29ê Çileya 2017an, li bajarê Quebec a rojhilatê Kanadayê, çekdarekî êrîşî mizgeftekê kiribû û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn, 5 kes jî bi giranî birîndar bibûn.

Hikûmeta Kanadayê ragihandibû ku 29ê Çileyê ji bo bîranîna êrîşa mizgeftê û sekna li dijî Îslamofobiyê dê bibe rojeke neteweyî.

Civaka Kanadayê civakeke pirrengî ye û li gorî anketa Daîreya Statîstîkan a Kanadayê ku di sala 2017an de hate kirin, zêdeyî mîlyonek misilman li Kanadayê dijîn ku ji sedî 3,2 ê nifûsa giştî ye.

Rudaw

Top