• Tuesday, 24 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi boneya cejna Remezana Pîroz

Peyama Serok Barzanî ya bi boneya cejna Remezana Pîroz

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Biboneya hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Di vê boneya pîroz de hêviya vê yekê dixwazim ku xwedayê mezin rojî û îbadetê tevahiya misilmanan qebûl kiribe û ev cejin bibê sedema dawî hatina nexweşî û êşan û vegerana aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Hêviya xêr, xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî

30 Remezana 1443 yê Koçî

01.05.2022 yê Zayînî

Top