Biden di pîrozbahiya Cejna Remezanê de ayetên Qur'anê parve kir
Serokê Amerîkayê Joe Biden Cejna Remezanê li hemû misilmanan pîroz kir. Biden ku dê li Koşka Spî bi çalakiyekê mazûvaniya pîrozbahiya cejnê bike û pêşwaziya rayedarên misilman ên Amerîkayê bike. Joe Biden di peyama xwe ya cejnê de ayetên Qur'anê jî parve kir.
Joe Biden Cejna Remezanê hem li misilmanên Amerîkayê hem jî yên li cihên cuda yên cîhanê dijîn bi peyamekê pîroz kir.
Joe Biden di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, "Ez û hevjîna xwe Jill cejnê hem li misilmanên Amerîkayê hem jî yên li cihên cuda yên cîhanê dijîn pîroz dikin."
Biden her wiha diyar kir ku di cejnê de ew ji bo penaberên ku ji cih û warên xwe bûne û malbatên ji hev ketî yên li deverên cuda yên cîhanê dua dikin.
Ji Quranê ayet parve kirin
Biden bi bîr xist ku di Qur'anê de tê gotin ku "ji mirovan tê xwestin ji bo edaletê rabin ser pêyan" û "civak ji hev cuda hatine afirandin da ku hev nas bikin" û destnîşan kir ku azadiya baweriyê ne tenê ji bo Amerîkayê ji bo hemû welatan girîng e.
Biden her wiha destnîşan kir ku kevneşopiya lidarxistina ahenga Cejna Remezanê li Koşka Spî di vê cejnê de vedigere û dê roja duşemê cejna Remezanê were pîrozkirin. Hat ragihandin ku dê serekên raya giştî ya misilmanên Amerîkayê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
