• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr hêviya xêr û xweşiyê bo xelkê dike

Serokwezîr hêviya xêr û xweşiyê bo xelkê dike

Bi boneya hatina cejna Remezanê ve peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Bi boneya hatina cejna Remezanê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, naveroka peyamê wisaye;

Bi boneya hatina cejna Remezana pîroz gerimtirîn pîrozbayî li tevahiya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîahê dikim, bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfal kiriyan dikim, hêvî dikim cejn bi xweşî û şadî derbas bikin.

Hêvî dikim ev cejna han bibe sedema xêr, xweşî, tebayiya gelê Kurdistanê, aramî û aştî li Îraq û deverê de.

Cejna we pîroz be û xwedê mezin Kurdistan biparêze.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

1ê Gulana 2022an

 

Top