• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî û Kazimî êrîşa mûşekî ya li ser qezaya Xebatê guftûgo dikin

Serok Barzanî û Kazimî êrîşa mûşekî ya li ser qezaya Xebatê guftûgo dikin

Serokwezîrê Iraqê pêwendiyeke telefonî bi Serok Barzanî kir û guftûgo derbar êrîşa mûşekî ya grûpên terorist li ser refînereke qezaya Xebat kirin.

Baregeha Barzanî şeva borî di daxuyaniyekê de belav kir, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şeva borî  pêwendiyeke telefonî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.

Diyar kir jî, Kazimî di wê pêwendiyê de pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî kir û hêviya aramî, xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re û biratiya di navbera tevahiya gelê Iraqê de xwast.

Her di wê pêwendiyê de, dawî pêşhatên ewlekariyê û mûşkebarana refînereke qezaya Xebat ji aliyê grûpên terorist ve hatin guftûgokirin û Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê kir ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê dê êrîşkerên wê tawanê bigihînin cezayên wan. Got jî, destdirêjî û tawanên bi vî awayî, îradeya hikûmeta Iraqê ji bo sepandina yasayê û şikandina teror û tawanbaran, bihêztir dike.

 

 

K24

Top