Kobanî; 25 welatî ji ber lehiyê li ser banên xaniyan asê man
Duh li seranserî herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde barî û di encamê de li gelek gundên herêmê lehî rabû.
Roja Şembiyê 30ê Nîsana 2022an pêleke baranbarînê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê da ber xwe.
Li hin gundên herêmê rêjeyeke zêde ya baranê barî û bû sedema rabûna lehiyê. Li gundê Taşlokê yê li başûrê Kobaniyê jî herî kêm 25 welatiyên gund ji ber lehiyê neçar man biçin ser banên xaniyên xwe û hawara rizgarkirinê kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî tîmên şaredariya bajarê Kobanî û tîmên Heyva Sor a Kurdî berê xwe dan gund û welatiyên ku li ser banên xaniyên xwe asê mabûn, rizgar kirin.
Rudaw
