2 leşkerên Tirkiyê di operasyona li Duhokê de hatin kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di encama operasyoneke leşkerî ya li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Di daxuaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye gotin, ku leşkerek bi navê Nurettin Uzun roja 19ê Nîsanê di encama teqîna bombeyeke PKKê de li navçeya Zap, Avaşin-Basyan birîndar bûbû û bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Perwerde û Lêkolînan a Gulhane ya Enqerê hatibû veguhastin û ji ber giraniya birînan roja 30ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, leşkerekî din jî bi navê Mûmin Çarkcî destpêka vê mehê di pevçûnên bi PKKê re bi giranî birîndar bûbû, roja Şemiyê 30ê Nîsanê jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Tirkiyê ji roja 17ê Nîsanê ve operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê û bi taybet li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destpê kiriye ku heta niha jî berdewam e.
Herdu alî, hem PKK û hem jî Tirkiye derbarê şer û pevçûnan de amarên cuda belav dikin.
Artêşa Tirkiyê ragihandiye, ji destpêka operasyonê ve heta niha 61 gerîlayên PKKê û 8 leşker di şer de jiyana xwe ji dest dane. Li gor artêşa Tirkiyê 369 bomb û teqemeniyên PKKê hatine pûçkirin û dest bi ser 81 sitargeh û şikeftên PKKê û herwiha 91 çekên giran ên PKKê de jî hatiye girtin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê jî ragihandiye, 231 leşkerên Tirkiyê ji destpêka operasyonê ve hatine kuştin û 17 gerîlayan jî canê xwe ji dest dane, herwiha diyar kiriye ku têkiliya wan ligel du tîmên gerîlayan jî qut bûye.
