Li Stenbolê teqînek mezin qewimî – Herî kêm 3 kes mirin
Li devera Tuzla ya Stenbolê kargeheka çêkirina reng teqiya, herî kêm 3 kes mirin.
Îro danê nîvro li navçeya Tuzla ya Stenbolê, kargeheka çêkirina reng teqiya.
Walîtiya Stenbolê ragehand, di wê teqînê de ku heta niha nayê zanîn çima qewimiye, 3 karker mirin û 9 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, piştî teqîn şewat mezin derket lê ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hat temirandin.
Basnews
