• Tuesday, 24 February 2026
logo

Dorpêçên li Rojava û Sûriyê hatin rakirin

Gulan Media April 30, 2022 Nûçe
Dorpêçên li Rojava û Sûriyê hatin rakirin

Dorpêça rejîma Sûriyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û dorpêça Rêveberiya Xweser li ser baregehên rejîmê li Qamişlo û Hesekê hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku rêyên çargoşeya ewlekarî li bajarê Hesekê hatin vekirin û li Helebê jî ard derbasî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdnîşin bû.

Hat diyarkirin, Hêza Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) rêbendên çend taxan li Hesekê rakir û êdî çûnûhatin li ser wan rêyan asayî bûye û  her wiha rêya Qamişlo, taxa Qudat û Neşwe jî çûnûhatin asayî bûye.

Li aliyê din Firqeya 4an a Artêşa Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê rê da ku ard derbasî taxê bibe û li gorî xelkê wê taxê îro firinan jî dest bi karê xwe kirin.

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Sûriyê jî amaje bi lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê kir.

Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl jî behsa wê yekê kiribû û gotibû ku civînên êrênî navbera nûnerên Hikûmet û yên HSDê de bi navbeynkariya Rûsiya birêve çûn ku di encamê de dorpêç hatin rakirin.

Li Qamişlo jî  Asayîşê rêbenda li pêşiya Deriyê Nisêbînê ku xaleke sînorî ye li gel Bakurê Kurdistanê rakir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) her du meydanên li bajarên Hesekeyê û Qamişloyê dorpêç kiribû û ji destpêka vê mehê ve rê li tevger û çûna nan û xwarinê bo baregehên rejîma Sûriyê asteng kiribû.

Dorpêça Asayîşê piştî wê yekê hatibû ku Firqeya Çaran a Artêşa Sûriyê ji sê hefteyan zêdetir rê li ber ketina ard, xwarin û berhemên neftê bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê girtibû ku nêzîkî 200 hezar Kurd li wan taxan dijîn.

 

 

Rudaw

Top