• Monday, 16 February 2026
logo

NY li ser êrişa Îranê li dijî partiyên Rojhilatî daxuyaniyek belav kir

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
NY li ser êrişa Îranê li dijî partiyên Rojhilatî daxuyaniyek belav kir
Netewên Yekgirtû (NY) nerazîbûna xwe li hember êrişa mûşekî ya Îranê li dijî kampên partiyên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Nûnertiya NY li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember êrişa Îranê li ser kampên partiyên Rojhilatî yên li Koye nîşan da û ragihand, ew piştevaniya helwesta Herêma Kurdistanê li hembe wê rûdanê dikin.

NY daxwaz ji hemû aliyan jî kir, rêzê li serweriya axa Iraqê bigirin.

Hikûmeta Kurdistanê êrişa Îranê şermezar kiribû û daxwaz ji hemû aliyan kiribû axa Kurdistanê nekin meydana şer û nakokiyên xwe.

Basnews
Top