Tevgera bazirganî li deriyê sînor ê navnetewî yê Hacî Omeran tê ragirtin
Ji ber hatina cejna Remezan a pîroz, roja yekem a cejnê tevgera bazirganî li deriyê sînorê navnetewî ya Hacî Omeran tê ragirtin û dê tenê rojekî derî ji hatûçûna bazirganî re daxistî be, lê ji bo hatûçûna geştyarî derî dê vekirîbe.
Berdevkê deriyê navnetewî yê Hacî Omeranê vê derbarê de ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Naha hejmareke zêde ya geştyaran berê xwe dane Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî berê xwe dane Îranê û ti demekî û ji bo ti boneyekî tevgera geştyarî ranaweste û rojên cejnê de jî tevgera geştyarî dê her berdewam be.’’
Basnews
