• Monday, 16 February 2026
logo

Gorran: Pêwîstbû YNKê rê nedaba bombebarana Îranê!

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
Gorran: Pêwîstbû YNKê rê nedaba bombebarana Îranê!
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Nesredîn Mehmûd dibêje YNK bêxem nêzîkî bombebarana binkeyên her du partiyên Demokrat ên li Koye ji aliyê Îranê ve û aşkera dike ku pêwîstbû YNKê rê nedaba Îranê ku wî karî bike.

Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êrîşa Îranê ya ser binkeyên HDK û HDKA ya li bajê Koye karekî ne mirovî bû û dûr bû li hemû nirxên mirovahiyê. Ji ber qetil kirina xelkê bi wî awayî dijî hemû prensîbên miroviyê ye.’’ Herwaha daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir, sînorekê bo destverdanên Îranê dayne.

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran behsa YNKê kir û got: ‘’YNK wek aliyeke siyasî ji pir aliyan ve bêxembûye. Ji ber peyvendiyên wê yên baş li gel Îranê hene û pêwîstbû YNKê bi rêya nûnerên xwe yên li Îranê ve Îran agahdar bikira, ku kareke waha neke.’’

Herwaha diyar kir, her core metirsiyek bo her aliyeke kurd li hemû Kurdistana mezin, ‘’Pêwîste em hemû rê lê bigrin û şermizar bikin. Lê eger YNK û her aliyeke din agahdarê vê be, ku êrîş li ser aliyek kurdî tê kirin û wî agahdar nekiribe, wê demê ew jî dibin beşek ji pêkanîna wî tewanî.


Top