• Monday, 16 February 2026
logo

CHP: Esed bi serket divê Erdogan danûstandinê li gel bike

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
CHP: Esed bi serket divê Erdogan danûstandinê li gel bike
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu daxwaz ji Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan kir ku, dest bi danûstandinê bi serokê hikûmeta Sûriyê Beşar Esed re bike.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyekê derbarê pêşhateyên dawî yên rewşa Sûriyê ragihand ku, tenha çareserî ji kirîza Sûriyê re danûstandina li gel Esed e, ji ber ku, Esed di şerê navxweyî yê welatê xwe de bi serket û danûstandina li gel di bejewendiya Tirkiyê de ye.

Herwiha serokê CHPê da zanîn ku, pêwîste Tirkiyê dev ji siyaseta dijayetiya Esed berde û pêwendiyê xwe derbarê kirîza bajarê Idlibê li gel bike, tekez kir ku, hemû cîhan di nav de jî Amerîka pêwendiyê bi Esed re dike çima Tirkiyê nake? Yekgirtiya xaka Sûriyê ji berjewendiyên ye.

Basnews
Top