Beşar Esed wezîrê berevaniyê yê Sûriyê guhert
Serokê Sûriyê Beşar Esed, Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevaniyê yê nû destnîşan kir.
Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê, roja Pêncşemê 28ê Nîsanê, Serokê Sûriyê Beşar Esed, Lîwa Elî Mehmûd Ebas wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê yê nû erkdar kir.
Elî Mehmûd Ebas li şûna Elî Ebdullah Eyûb wek Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê hatiye erkdarkirin.
Ji sala 2011an ve ku sala destpêka xwepêşandanên li dijî hikûmetê û piştre şerê navxwe yê Sûriyê ye, ew dibe pêncem wezîrê berevaniyê yê Sûriyê.
Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê nû xelkê gundê Til Sarime ser bi qezaya Ceblê ya parêzgeha Laziqiyê ve ye.
Elî Mehmûd Ebas ji sala 2018an ve Wezîrê Berevaniya Sûriyê bû.
Rudaw
