• Tuesday, 24 February 2026
logo

Brîtanya 8 hezar leşkeran dişîne rojhilatê Ewropayê

Gulan Media April 29, 2022 Nûçe
Brîtanya 8 hezar leşkeran dişîne rojhilatê Ewropayê

Ji bo beşdarbûna di şerê Ukraynayê de Londonê biryar da, nêzîkî 8 hezar leşkerên welatê xwe bişîne rojhilatê Ewropayê.

Ajansa nûçeyan a BBC ragihand, piştî şerê sar, ev cara ewil e Brîtanya bi vî awayê berfireh, nêzîkî 8 hezar leşker dişîne rojhilatê Ewropayê, ji bilî wê, hêzê dişîne Fînlanda û Makedonyayê jî.

Herwiha diyar kiriye ku ji destpêa şerê Ukraynayê ve, Brîtanya bi awayekî berfireh û nerasterast beşdarî di vî şerî de kiriye, ev jî bi rêya dayîna çek û firokeyan.

Rayedarekî Brîtanyayê li ser vê mijarê destnîşan kiriye, welatê wî piştevaniya wê yekê dike ku êrişî axa Rûsyayê were kirin.

Wezareta Berevanî ya Brîtanyayê eşkere kiriye ku ev piştevaniya leşkerî, ji bo bersivdana êriş û dijminkariyên Rûsyayê yê li rojhilatê Ewropayê ye.

 

K24

Top