HPGê nasnameya 5 gerîlayên jin eşkere kir
HPGê nasnameya 5 gerîlayên jin ên ku li Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê canê xwe ji dest dabûn, bi raya giştî re parve kir.
Baskê serbazî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 19ê Nîsana 2017an de li Çiyayê Kato ya navçeya Elkê di şerê bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) de 5 gerîlayên jin canê xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê de, nasnameya PKKyiyên ku canê xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.
Nasnameya PKKyiyên ku canê xwe ji dest dane wiha ne:
Merdiye Adıbelli, li Mêrdînê ji dayik bûye, bi navê kod Roza Hêlîn e.
Hatîce Aykut, li Şirnexê ji dayik bûye, bi navê kod Xwînda Kato ye.
Hemîde Mihemed, li Efrînê ji dayik bûye, bi navê kod Stêrk Efrîn e.
Zinet Ceylan, bi navê kod “Zîlan Qerejdax” li Amedê ji dayik bûye.
Medîne Tilki, li Amedê ji dayik bûye, bi navê kod "Arîn Qerejdax" e.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Merdiye Adibellî di sala 2006an de, Hatîce Aykut di sala 2011an de, Hamîde Mihemed jî di sala 2012an de tevlî HPGê bûne.
Rudaw
