• Monday, 16 February 2026
logo

PDK û YNK beşdariya di hikûmeta Iraqê de yekalî dikin

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
PDK û YNK beşdariya di hikûmeta Iraqê de yekalî dikin
Biryar e îro Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û çawaniya beşdariya Kurd tê de bicivin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, îro her du polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê bicivin, ji bo guftûgokirina kabîbeya hikûmeta Iraqê û çawaniya beşdariya Kurd di wê kapînê de.

Li gor zanyariyên K24ê, PDK û YNKê îro xwe yekalî dikin, ka dê biçin nava kîjan hevpeymaniyê û kîjan hevpeymaniya Şîe dê daxwazên Kurd cibicî dike. Ji bilî wê jî, hewlên yekdengiya Kurd li Bexdayê jî goftûgo dikin.

K24
Top