• Monday, 16 February 2026
logo

El-Mûsa: Artêşa Sûrî dê bi heman şêwe bersiva asayişan bidin

Gulan Media September 10, 2018 Nûçe
El-Mûsa: Artêşa Sûrî dê bi heman şêwe bersiva asayişan bidin
Parêzgarê Hesekê ” Cayiz El Mûsa” ragihand ji ajanseke nêzîkî Ricîma Sûrî re ku wan termên hemî kuştiyên xwe di şerê duhî li bajarê Qamişlo de rûda dinavbera wan û hêzên Asayişa Rojava wegirtin û hikûmeta Sûrî bahaneyên asayişa rojava bi binavkirina vê bûyerê bi şaştiyeke kesayetî redkir.
Mûsa da zanîn ku ew hemî hevalbendên Amerîka weke xayin binavdikin û Artêşa Sûrî dê bi heman şêweyî bersiva vê destdirêjiyê bidin û dupat kir ku ew bi çi rengî lêborîna Asayiş û HSDê qebûl nakin.
Di hin torên civakî de hate belavkirin ku herdû alî li balefirgeha Qamişlo kombûn li dûv lihevkirinekê û çareserkirina vê kêşeyê parêzgar ev nûçe redkir û bi gotina wî çi giftûgo li ser xwîna şehîdan nayê kirin.

Waar.tv
Top