Hoşeng Osê: PKK karesatekî din dijî kurdan çêdike
Nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Osê ragehand, PKK karesateke din li dijî kurdan çêdike.
Hoşeng Osê di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand: Piştî dawî hatina şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û radest kirina Efrînê ji Tirkiyê re, pêwîstiya PKKê gelek zêde bi şerekî din heye.
Hoşeng Osê dibêje PKK, ji bo mana xwe hewla derxistina şer û rêjandina xwîna ciwan û lavên kurd dide.
Nivîskarê Rojavayê Kurdistanê dibêje: Kurd rastî karesatekî din ango karesatên Cemîl Bayik û Erdogan dibe û şerê vê dema pêş me yê PKKê, dê li dijî Herêma Kurdistanê dibe.
Basnews
