• Tuesday, 24 February 2026
logo

Erdogan bo Kavala: Sorosê Tirkiyê ye

Gulan Media April 28, 2022 Nûçe
Erdogan bo Kavala: Sorosê Tirkiyê ye

Wekîlê Firaksiyona Partiya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel piştî serdanê  peyama karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala ya ji girtîgehê ragihand û raguhand “Osman Kavala got `ez ne li benda biryareke wiha bûm. Eger di destê wan kesên ku demekê ben diavêtin ber hev de, ben hebûya dê ez bi darvekiribam`.” Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ji bo Osman Kavala got “Ev mirov Sorosê Tirkiyê bû ev mirov koordînatorê paşperdeya bûyerên Geziyê bû.”

Wekîlê Firaksiyona Partiya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro 27ê Nîsana 2022ê li girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê ligel çend parlamenterên partiya xwe serdana, karsaz û çalakvana Tirkiyê Osmalan Kavala kir ku ji Dadegeha Stenbolê di Doza Parka Geziyê de cezayê heta heta yê girtîgehê dabû wî.

Ozgur Ozel piştî serdanê li ber deriyê girtîgeha Sîlîvrî civînek çapemeniyê saz kir û li ser nêrîna Osman  Kavala ya derbarê cezayê ku bo wî hatiye dayîn de got: “Osman Kavala got `ez ne li benda biryareke wiha bûm. Ez ne li bendê jî bûm ku piştî girtineke wiha demdirêj  ji dozê bereet bikim, lê ne li  benda tiştekî bi vî rengî bûm. Eger di destê wan kesên ku demekê ben diavêtin ber hev de, ben hebûya dê ez bi darvekiribam`.”

Li aliyê din serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ji bo Osman Kavala got “Ev mirov Sorosê Tirkiyê bû ev mirov koordînatorê paşperdeya bûyerên Geziyê bû.”

Erdogan di debarê biryara girtina Kavala de wiha axivî “Biryara dawî ya derbarê kesekî de hin derdor gelek nerehet kir. Başe ev kes kî bû Ev mirov Sorosê Tirkiyê bû ev mirov koordînatorê paşperdeya bûyerên Geziyê bû. Dadgeriya me biryara xwe ya dawî der barê wî de da û vê biryarê hin derdorên ku derdorên naskirî ne bi cidî nerihet kir. Bila li qusûrê nenêrin li vî welatî hiqûq û daraz heye.”

Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017 de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017 de bi fermî bi “hewldan jibo ji holê rakirina Destûrê”, “hewldan bo têkbirina hikûmetê” û herwiha “piştevaniya darayî bo xwepêşandanên Parka Geziyê” hat tometbarkirin û derbarê wî de doz hatibû vekirin.

Roja 25ê Nîsana 2022ê li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê  doza Osman Kavala ku zêdeyî 4 sal in bi aweyek girtî dihat darizandin,  birêveçû û bi îdiaya "hilweşandina pergala destûra bingehîn" cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hat birîn.

Ev yek di demekê de ye ku Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê 2ê Sibata 2022an ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê berdana karsaz û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, biryar dabû, doz bo Dadgeha Ewropayê bê veguhestin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo di “Doza Osman Kavala” de nêrînên xwe pêşkêş bikin heta 19ê Nîsana 2022an dem dabû Tirkiye, Osman Kavala û endamên Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê.

Kavala serokatiya Înstîtûya Anadolu ya Rewşenbîrî dike, ku rêkxisitneke civaka sivîl e û berevaniyê li mafê mirovan bi taybetî bi rêya kultur û hunerê dike. Osman Kavala di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan û karsaz e jî.

Kavala di 2 Cotmeha 1957 de li Parîsê ji dayik bûye û li xwandingeha Robert a li Stenbolê xwandina xwe ya lîseyê qedandiye, piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwandina zanîngehê qedandiye.

Osman Kavala sala 1982an kompanyaya Kavala Group damezrandiye. Piştî erdheja sala 1999 a li Tirkiyê bi tevahî ji çalakiyên din dûr ket û xwe ji çalakiyên civaka sivîl û alîkariyên bo xelkê re terxan kir.

 

Rudaw

Top