• Tuesday, 24 February 2026
logo

Pisporekî ewlehiyê yê Iraqê: Rêveberekî PKKê li Bexda parê mûçe ji milîsên Heşdî Şeibî wergirtiye

Gulan Media April 28, 2022 Nûçe
Pisporekî ewlehiyê yê Iraqê: Rêveberekî PKKê li Bexda parê mûçe ji milîsên Heşdî Şeibî wergirtiye

Pisporekî ewlehiya Iraqê aşkera kir, naha çekdarên PKKê rasterast di bin ferman û serpereştiya wan milîsên Heşdî Şiebî yên ser bi Îranê de ne û ji wan jî pare werdigrin.

Pisporê ewlehiyê û şêwirmendê berê yê wezareta navxwe yê Iraqê Dr. Ela Elnişuî di hevpeyvînekî de ragehand, çekdarên PKKê ser bi milîsên Heşdî Şeibî û Îranê ne.

Herwaha ragehand, çend roj berî naha rêveberekî PKKê li Bexda, li taxa Sedir Qenat li gel rêveberekî milîsên Heşdî Şeibî civiya û mûçeyê temamê çekdarên PKKê ji wî wergirtiye.

 

Basnews

Top