• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin

Gulan Media September 9, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de werin kirin.

Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê Cîgirê Serokê PDKê Nêcîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, hilbijartin di dema xwe diyarkirî de birêve diçin û aliyên din jî tekez li ser wê yekê kirine, ne tenê PDKê.

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, sibe ew ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin û tewera sereke ya civînê, çawaniya beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de dibe.

Derbarê guftûgoyên şanda hevbeş a PDK û YNKê li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî got: “Civînên me berdewam im û di nava xwe de jî civînan dikin, ji bo dawî biryar bidin. Herwiha biryar e 15ê vê mehê parlematoya Iraqê careke din bicive û hêvîdar in ta wê demê di nava xwe de û bi aliyekî din ên Iraqê re jî bigihin encamekê.”

Cîgirê Serokê PDKê aşkere kir jî, di serdana wan a ji aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê re, wan jî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê bi hev re biçin Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî derbarê bombebarana Îranê ya l dijî baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li navçeya Koyê jî got: “Me helwesta xwe ji Îranê re ragihandiye. Herwiha di vê derbarê de me daxuyaniyeke fermî jî belav kiriye.”

Waar.tv
Top