• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kerkûk; çekdarên nenas êrîşî gundekî Kurdan kirin

Gulan Media April 27, 2022 Nûçe
Kerkûk; çekdarên nenas êrîşî gundekî Kurdan kirin

Li gundekî ser bi qezaya Daqûq a parêzgeha Kerkûkê ve hin çekdarên nenas êrîşî xaleke pasevaniyê ya kurdên xwebexş ên navçeyê kirin.

Li gundê Mensûr ê li sînorê Heftexar a navçeya Daqûq a parêzgeha Kerkûkê, xaleke zêrevaniyê ya kurdên xwebexş ên deverê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Nişteciyê gundê Mensûriyê, Yûsif Ehmed ji Rûdawê re got, “çekdarên nenas ji çend aliyan ve êrîşî gundê me kirin, lê şêniyên gund li hemberî wan derketin û şer derket.”

Yûsif Ehmed got, “di pevçûna çekdarî de xwebexşek bi navê Ehmed Elî Wehab birîndar bûye û gule li milê wî ketiye û niha li nexweşxaneya Daqûqê tê dermankirin.”

Wî akinciyê gundê Mensûriyê herwiha diyar kir, “niştecihên gund nêzîkî 20 xûlekan şer kirine û piştre hêzeke ewlehî bi hawara wan de çûye û karîne çekdaran paşde bidin.”

 

 

Rudaw

Top